2011/01/02

Tu manşêta şîirekê yî



Ew şevên
stêr di nav ewran da semayê diken

rista nihêniyên min
di nav xewnên xwe yên aloz da
dikeye name!
Jiyan di nav xewnan da ciwan e.
Nêzîk e çavên min bo çavên te şêt bibin
Ezê di xewnên te da manşêtê şîirekê dibînim
Tu ya di hizrên min da
Tu, berperekê spî û ne nivîsayî
bedena te pir e ji bêdengiyê û tu ya di min da dihelhî..
Ezê di kulanên bajêrê xwe da
sema berzebûnê dkem.
Li qulaçekê, li ser mêzeka bi tinê
di gel xwe û bêdengiyê
ezê di perdaxê xwe da serûbin dibim
Peyvek ji min û peyvek ji te
ezê maçekê di binê şuşeyê vala da
hembêz dikem
(Çizî vîziyeka) di guhên min da
zengekê dubare diket
Nûûş
bo xewnên te yên dubare xu fêrî eşqê dike
Li ser mêzeyên dî
li nêzîk
berperên min yên qirmiçandî û
nebûyne şîir
Hêşta bay ezmûna xwe bo ewran nederkiriye û
pisyarên dihêne kirin
kengî dê bîte hulka bay û
kengî dê şanugeriya aşiqan hête nimayiş kirin
Di berperên şaîrekî da
dengê ewran muzîka eşqê ye û
di hinavan da
qumar bi peyvan dihête kirin
Di berîkana rengan da
her gava werzê payizê gehiştê û
xewn bi maçan ve hatine dîtin
bû werzê werandina belga û
aşiq hatine rwîs kirin
dibîte dûmahî bo nivîsîna şîira û
dumahî piyasên ne ji dil
û hêj berperên min yên ne nivîsî
yê kînê
ji çavên te dihelînin
Hêj ez şehwetê di çavên te da dibînim
hêj ez û perdaxê li ber sînga min
yê xuziya bo maçan radihêlîn
her ji wê roja
te nihêniyên xwe daqutayne ber min!
Di kela aryana mêyatiya xwe de
rista gunehan di nav nihêniyên xwe da dikeye name
Her şev li beramber stêran
perda li ser kiçîniya xwe radikey û
min hwî dikeye nivîsîna di gel dengê ewra û
rojên xwe bi me dişkênî..
Bo çî?
Bi tinê êk pisyar ya xwe ji min vedihêlît û
peyvên min xu lêknaden tê da bibne şîir
Bo çî: ji vî bajêrê pirî mirov
dîtina min bi tinê
te bo xu nêçîr dikir?!

ليست هناك تعليقات: