2011/01/02

Min xerîbiya nivîsîna şîirekê dikir



Li ser şusteyên cadên
nava bajêrê min

şehwet û mêyatî peyasan diken
şehwet guneh e û
mêyatî heram e û
nivîsîna şîiran bîd’e ye!
Gunehên dirêj û berdiryayî
hindî destên min radigirin…
Tu gunehî û gunehên te
bi sorî
bi zerî
bi reşî
bhemî rengên dî tafîl nabin
Tu şehwetî
leşekê tijî mêyatî
kî xwe li pawanên mêyatiya te nêzîk biket
kî xwe li pawanên şehweta te nêzîk diket
lber te kirasekê reş e
ji erebeka bin kwîna reştir
qumar e…!
Berpaxilên te, tijî pîl û zar in
qumar!,
ev cihê te pirça xu lê hilî dikir
ev cihê te pirça xu lê hilî dikir
yê pawan kiriye û
xewnên her kesî neşên
çerê û razê lê biken
Li hêve tarî ye û pirça te ji şevê reştir
li wê ve tarî ye û çavên te ji şevê reştir
li dor gerdena te
li ser zendên destên te
keska seyda û niviştukên şêx û mela nwîrhe jê diçin
Ne û
dê her bêjim ne
tu ne guneh î
ne heram î
ne bîd’e yî
tu şîir î û ciwaniya şîirê y
bilindiya şîirê y
Bi ser xuşî ve were jûr
bi şehwet û mêyatî ve were jûr
Li kuçka şaîran
hemî der dbê dûr û kilîl in
di taq in
peyvên şaîran
naveruk û wêneyên şîiran
ditelsemkirî ne
Tu hebûn î
tu mêyatiyê di xwe da nimayiş dikey
şehwetê belav dikey
şîiran buyax dikey
tu ya pawankirî û şîirên min te nahingêvin
Ne… ne
Rwîs were, serxweş were
şîirên min te naaxêvin…


ليست هناك تعليقات: