»Parçek e ji çîroka kiçeka Helebçeyî, bi mezinbûna xwe şad nebûy û xewnên wê mayne helawîstî
Têbînî: Eve dûmahîka çîroka wê nîne.«
Ew dê çi ken!
Yê rojgarên min diben
Rawestin,
rojgarên min nivîsîn, dê bo kîve ben?
hêj negehiştîme ber xudîkê û
min rwîsatiya xwe têr nedîtiye
hêj pirça min kehî nebûye şeyî..
bo blez
destên min radkêşin
hêj min eşq nekiriye û
jibilî maçên zarokîniyê û dilovaniyê
dibêjin lezeta maçan heye
min ev lezete nedîtiye
min arezû bo maçan heye
bo eşqê
Bo ez mezin nebim, bibme ciwantirîn kiç
bo genc ciwaniya min nebînin
di gel mezinbûna sîngê min û
dirêjbûna pirça min
şaîr, nivîsînên xwe tam biden!
dê min kîve ben
rawestin
ew çi ewr in, we xelk têda berzekirî
min nevêt şwî bi ewran bikem!
hwîn diseyr in
bo min jî, piyase li caddeyên dirêj nabin
bo xewnên min, dê bo ewran bin
min bêdengî nevêt
min semaya di gel bêdengiyê jî nevêt..
ev mirove diseyr in
niza dê min berref kîve ben!
ewr…
ewr…
ewr…
rojê ronahiya xwe kîve biriye?!
Jibilî mijatiyê çi nabînim..
ka ew zelamên pesna ciwaniya min dikir,
ka…
Ka ewên digotine min
çend mezin dibî, ciwantir lêdihêy,
ka…
ka ciwaniya min
ka xewnên min
bêdeng… hemî tişt bêdeng
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق