2011/01/02

Hêj xewnên min ji piyasan nezivrîne!


Piyasên bê zewq bûyîn û her kevalê temaşe dikem, rengên

wî yên qeşavî dibin!
Çavên min ji rengan direvin

Pên min û piyase yên bûyîne du cemserên dijîkirinê
Hemî tiştê te ez hîkirimê yê dibîte helm û bi destan nahête girtin
Her û her gaveka min viyayî di gel xwe mijîlî xilwegeha xwe bibim û her gava destê min çûye ser qelemê, tu ya dibiye berperekê spî û li bilindahiya esmanan, tu ya dibiye ewrekê kîvî û neşêm stêran di gel te bihejmêrim..
Ev şeve şîirek ya min dinivîsît!..
Pêkek, min di nav şehweta xwe da dikete mêhvanê xemekê
Balindeyên aşiq dê di gel min seferê ken
Çinarên bilind dê bejna xwe bo lêburîna min çemînin!…
Piyasên bê zewq bûyîn û
min çend ji te berze kir û min çi li şwînê nedît!?
Kevalekê bê reng e û ez dizanim di bêdera peyvên min yên aryayî da, eşqeka zîze û tu digel min nadeye bay!
Te çend da min û min li cih hêla
Ne min tê da xewnên xwe nivîsîn û ne te ev xewne di gel min kirine rastî
Te çi gotiye stêran?
Payîzê yên ramalîn, yan jî xwe bo kîve vedizîne û te çi zwî xwe radestî qederê kir
Hêj şirîniya navê min ya bi lêvên te ve û
hêj dêmê min di nav deftera bîrhatinên te da ye
Her kevalê min deravê hizrên xwe darêtê û berî hizrên hilawîstin û berçavkirina wan bikem, hizrên dwîrbûna te rengên kevalî têk diden û hêj di çavên te da ezê xwe dibînim û tu ya ristên gula dikeye stivankê gerdena xwe û rengê wan gula dibişêviye kevalê min.

ليست هناك تعليقات: