2011/01/02

Weryana belgan


 
Dem hat
Ez û şî‘r û şêtatî
Rojiyên xwe bişkênîn û li tave heyiveka dî
Bigerîn
Ba van core peyivan ramalît û
Li bilindahiyeka dî
Xewn û nivêjên hacîreşkan
Bihêne qeza kirin!
Me nedît dûkêlek ji şî‘reka me bilind bûyî
Yan di nav pêkenînekê da berze bûym û
Di xirîqên çûym
Hêj sîvandok yê yariya bi pencera me diken
Hêj Xidiro yê
Li cadeyên Dihokê berze ye û
Nîvek leşê wî rûs diket
Hêj şev wek herşev e û
Ba hemiyan bêdeng diket
Zaro dinivin
Gul bêhnên xwe dinixêvin
Çinarên bilind sîberê naden
Ew baxçeyê her ji kunspêdê û ta êvarî
Lê heşamet
Ew cadeyên piyase lê dihatine kirin
Ew taveroja hemiya radikete piya û
Mayeve bêpêjin
Dikev’me di nîva laperan da û
Şerî di gel bêbêdengiyê dikem
Ez û şev
Di nav baxçeyên bêbelg û
Di nav gulên bêreng da
Min dest ji nivîsînê berda û
Dê di tablûyekî da kar kem!
Di tablûyî da
Payizên bêbelg keme rûsatî
Hemiya ji nêzîk bînim
Ewra û heku baranê ji xwe dadiqutin
Yan bilbila heku prova diken û
Yê ji hemiya dengtûjtir
Navê wî bo kibarê dinivîsin
Çend ciwan e guhorîna naman digel te
Yan jivanê êkê
Li nav heliza gundê lê ji dayik bûym
Heku te tiranên xwe bi şûmatiya min dikirin
Tu dibûye aqarê şermê û di nav xwe da berze dkirim..
Her ji aqarê şermê
Dê nivîsînên xwe di tabloyî da reng kem
Tabloyî keme muzexane û
Te tê da keme peyker
Nahêlim Xidir û
Careka dî bibîte pêtirankê hevrikyê
Yan çend hacîreşkek nikilê xwe di mey
Bihelînît
Cotekê sineta qeza biket
Ez rengê reş ditabloyî da bi kar naînim..
Çi semfoniyeka bêdenge û
Çi ya bişerm!
Diçîte di xewna ewên bîr diken
Musîqajen yê bêçarenivîs e û
Li ser depên şanoyê
Semfoniya wî nehate nimayiş kirin
Hêj çeple bo nehatîne lê dan!
Demeke û min piyasên êvariyan ji bîr kirîn
Min got: Berperên piyasan neveken
Piyasên payizan di kurt in
Belgên weryayî zû xirve nabin
Tu çi ji xokuştina belatînkan dizanî
Te stiran bo bêdengiyê negutîne
Hêj tu yê di werzê weryana belgan da
Bêdengiya di dûv te ra dixişyêt
Te ne li bîr e
Deng ji bêdengiyê nahêt!!
Ji dûr
Ji dûr dîmenê weryana belgan ciwan e
Hêj tablo yê bêpênase ye
Hêj serxurana renga ye
Hêj ez yê digerim
Li demekê dî, zemenekê dî û êvariyeka dî
Hêj semfoniya bêdeng e û şano nehatiye nimayiş kirin
Werzê weriyana belgan e û
Min ji dûr dîmenê weryana belgan
Pê xoş e
Payiz bi weryana belgan bênivêj nabin..

Têbînî:
Ne payiz weryana belgan dihêlît û ne ez dest ji nivîsîna şî‘ran ber di dem.. (Helbestvan)

 

ليست هناك تعليقات: