2011/01/02

henaseyen şî‘rî



 
 
Pêşmerge
 
Her bihosta pê xwe lê danî
Şûn pê’n min in û
Gulleyek ya vê ketî!
Her dara mezin a bigehiyê û
Li bin sîbera wê birûnî
Gorê şehîdekî ye û
Divêt sirûda »ey reqîb« li ser bixwînî…
 
Tiberk
 
Li pehnatiya
Bajêrê ez lê ji dayik bûm
Maç û sûndên xelkî
Destên şêxî bûn!
Piştî maçên tilistaran
Maçên şêxan jî
Berêveyî bajêrî bûn…
 
 
Nihênî
 
Davên pirça te
Wek peyivên şi‘reka min
Çavên xelkî radikêşin!
Çend bikevine ber davên şeyî û
Hilû bibît..
Hind şi‘ra min belav dibît û
Nihêniyên ciwaniya te
Radigirît..
 
Reng
 
Di berîkana rengan da
Tu ya êkê bûyî!
Çavên te, hatine reş kirin…
Her yariya min xwe lê dayî û
Bûye dengdan
Her zû dibûme berpîfk û
Daveka pirça serê min
Dihate spî kirin…
 
Peşêmanî
 
Di zanîngeha ‘eşqê da
Wan’a ji hemiya dirêjtir
Nivîsîn bû
Her ji lewhilmehfûz û
Li cahiliyetê mi‘eleqatên elseb‘
Ta digehiye Mem û Zîna Ehmedê Xanî!
Bi êk kilîk
Li ber şaş’a kumpiyûterî
Nîva jyê min yê borî
Bi herwe diçû
Nîva dî jî bi peşêmanî…
 
Vîyan
 
Ez digel te bûm
Her ji wê roja
Te bi dehmena kirasê xwe yê sor
Erd di dûv xwe ra dimalî!
Dumahîk rujên westiyayî
Bi du-sê çipikên xwîneka sor
Ah û uhên şirekê
Di bişaftin û
Her gava îlhama şirê gîru biba jî
Tu dinalî…
 
Kilçavk
 
Esmanê şîn e û
Ew sîtavka ji te dipeşît
Nîvek jê qirêja pistoyê min e
Nîva mayî jî
Mêyatiya te kiriye di kilçavkî da û
Ew kilçavk
Bermaykê şireka min e…
 
Çinar
 
Bêyî te
Wek pîreçinareka
Ketiye ber pêlên bayî û
Tu şî‘rên min nabînî!
Yan sate wextekî
Bikeviye ber şaş’a kumpiyûterî
Mesiceka bitinê
Bo min bişînî…
 
Mandîbûn
 
Ciwantirîn rojgara min
Çavên min
Bişkurîn ji lêvên te didizîn…
Xoştirîn peyiva min
Bibû navê te
Ciwantirîn şî‘ra min
Bibû pesna te
Ji hîngê û ez yê bi şi‘rên xo ve mandî
Ne hî bûme maçên te
Ne jî firîna
Digel dirêje piyas’ên te…
 
Çîrok
 
Di navbera min û te da
Jiyan çîrokeka şermîn e û
Çavên min baweşkên xewê dihênê!
Her şî‘ra min dirêje piyas’ên cad’an
Tê da nivîsîn
Ewê şî‘rê îsk dihênê
 
Sûnd
 
Her ji wê roja te viyayî
Gevizkanê digel şî‘rên min bikeyî
Mezintirîn sûnda te xwe pê zincîr dayî
Digel dirêje piyas’ên min
Kit û cotanê pê dihate kirin..
 
Hîcab
 
Di gevizka werzê biharê da
Min pena bo
Ciwaniyê û şî‘rên rûs dibir!
Piştî belg weriyayn û
Payizê xwe rûs nîşan dayî
Min şî‘r nenivîsîn û xo bêdeng kir..
 
Malavayî
 
Min dest
Ji nivîsîna şî‘rê berda û
Tu yê telaran bilind dikeyî
Te ez digevizkên şî‘rê da hêlam û
Tu yê dewletê
Ji dest dideyî.
 

ليست هناك تعليقات: