2011/01/02

Sê nivîsîn bi qelemê hibrî



Nivîsîna êkê
Min digel qelemê xwe biryar da êdî em bo hewe nenivîsîn! Em bi êş û azarên xelkî ve, bi kêşeyên civakî û bi kêşmekêşên siyasî ve gelek westiyayn. Divêt seh bikeyne dinyayeka dî û nivîsînên me derbirînê ji cîhana me bi tinê biken. Em ji dengê şirşira avê û çipikên baranê xerîb bûyne! Min cîhaneka dî divêt tê de genicatiya xwe bizivirînim. Demî gelek tişt ji me dizîne û em rep û rût di nav cadeyên dusaytî û sîhmetrî de hêlayne, çaverêyî demjimêrên karebê ne û sirayê li ber firinên semonan digirîn. Destê me yê bi berîka me ve û du rojan êk kîloya fêqî dixwîn û her serî ji êk lib zêdetir negehîtê.
 
Min heta xwe digehande wê kulîlka di nav wî kevirê hişkare re şûn bûyî, destên min hemî diselixîn û heta erzinkê xwînelo dibûn. Bi rastî ciwanî û bêhna wê kulîlkê bo min ramaneka mezin bû, hêşta bîrê li wê kulîlkê dikem. Ez daxbarê muzîk û stiranên kevn im. Bi rastî hêj ez daxbarê wê muzîka klasîkî me ku carina digel dengê çiyayê Mihemed Arifê Cizîrî derdiket û min hizir dikir ew bi tinê stiranbêjê trombêla ye. Ji ber hindê jî heta nuke çend ez li trombêlekê siyar dibim, ez xerîbiyên wî dengî dikem. Gelek tabloyên ji vî rengî di gel min mayne û hemî yên genicatiya min in. Heku min çavê xwe li kiçekê digêra û ji qutabxaneya wê heta ber derokê mala wê pêngavên wê dihijmartin, gelek caran ji şerman hildihingivî û xwe ji hevalan veder dikir. Çend xwe gîro kirba, min xwe jê dûrtir dikir û min wêrekiya bersînga wê nebû, bêyî ku ez hizirê li êk peyiva aşqane bikem û dilê wê bo xwe rakêşim. Nizanim bêumêdî ye ez û qelemê xwe li ser rêk keftîn yan jî revîn e ji durhêlî yan jî çi jivan hemîyan nîne û pêdivî ye qelemê min dubare ji hibrî bihête dagirtin.
 
Nivîsîna duyê
Bo cara duyê ez hest dikem qelemê min neşêt digel min berdewamiyê bidet û xwe ji nivîsînên min vedihêlît. Bi rastî vî şîşeyê hibrî ez gelek westandim. Nizanim hibr êkspayir e yan serikê qelemî selixî ye û li nivîsînê diheziqît. Hemî dibêjine min tu mirovekê klasîk î ji ber ku tu hêj bi qelemê hibrî dinivîsî! Bi rastî jî min divêt bi vî qelemî hemî tiştên xwe yên klasîk zîndî bikem. Dibît ku hêj ez xwe bi kesekê klasîk dizanim. Heku ez genc hejêkirin hema her hosa bû. Çend carekê bîrên zarokatiya xwe dikem, bîrên seydayê Ednan dikem. Bi rastî bo min gelek nexweş bû heku dihate guhên min, ku seydayê Ednan yê bûye rêveber, çinku dest digel ”minezemeyê” hebû! Bi rastî seydayê Ednan gotinek kiriye di guhê min de û hindî bîriya wê bikem ew di çavên min de pitir mezin dibît. Seydayê Ednan digot: ”Li def musilmanan heku zarok hêj li ser pêçolkê, di guhên wî de bang diden. Divêt em kurd diguhên zarokên xwe de bang bideyn û bêjînê: Kurdistan ya parçekirî ye û divêt em xebatê bo bikeyn”. Çenda ciwan e, mamosta, ev gotine. Bi rastî ez qerdarê gotina te me û eger tu ji derveyî Kurdistanê zivirî û ez bi wê zivirînê ageh bim, ez dê bihêm spasiya te kem û bêjime te: Mamosta, te hesta kurdîniyê ya nîşa min day, eger tu hatibî û min çav bi te neketibin jî, ez dê heta hebûna xwe qerdarê gotina te bim.
 
Nivîsîna sêyê
Bo cara çendê min kaxez kêşane ber qelemê xwe yê hibrî û min çendîn rêzik bo dersoka şêxatiyê radestî berperên rujnameyan kirîne. Ji dirêjahiya navê min ku ji yazde pîtan pêk dihêt, carina ez bi ”şêx” dihême gazî kirin. Navên zemenê me yê biçûkatiyê ji Ehmed û Mihemedan dest pê dikir û nuke hemî bûyne Warîn û Warvîn û evro em xudanherêm û xudanfîdraliyet în. Xelkî gotiye min ”şêx” û hindekan bi kenî ve destê min maç dikir. Bi rastî her kesê bivêt dê bîte şêx. Ne kes bi destên mirovî ve maçî diket û ne kes piştiyên daran bo mirovî diînît û kes bi serê mirovî jî sûnd naxwit. Bi rastî jiyan hosa ye. Berî nuke tiştên eslî û neeslî tijî ser refatkên dikanan bûn. Şêxan qedir û qîmetê xwe hebû û xudantiberkên xwe bûn. Nuke teqlîdê cihê hemî tiştekî girtiye, qaçikê devê hemîyan ne. Ji kerema Xudê teqlîdxaneyê hemî tişt vegirtiye, her ji wan devikên berî çend rojan min bo tiraşîna rihên xwe kirîn, heta digehiye trombêlên Şufirlêt (Evyo). Ji min hêbetî nebe eger bêjime te evro mirov jî teqlîd in. Ev yên di qutabxaneyê ve û li nexuşxaneyê û di teksyê de û ev yên li ser kursiyên ku li dor xwe dizivirin, hema çi ne! Vêca heke te bivêt, ez bi markêta firotina qelemên hibrî dikevim. Tiştê mayî ku ne teqlîd e û bihayê wî wek xwe ye bi tinê qelemên hibrî ne, ev yên dibêjinê ”qelemên Pindan”.
 
 

ليست هناك تعليقات: