2011/01/02

Semfuniya peyvan




Di berperên şaîran da
yarî û tebelanê bi peyvan dihête kirin û

di ezel da hemî dixirur û mexrur in
Di serdemê eşqê û nivîsîna peyvan da
dibîte tufana mirovîbûnê û
yarî bi pîroziyên wan dihête kirin!
Hemî semayê li ber peyvan dikin, heku ji tariyê dirijiyên
şabaşan diden!
Hemî xwe li ber têhna peyvan gerim diken
heku disujin û dibine rejî yan xuliyê li cêh xwe dihêlin
Nebûye,
carekê îşq li cadeyiyan hatibîte jibîr kirin û
şaîran bo qelemê xwe tîj nekiribît
yan aşiqekî pîrozî li bin piya kiribin
Herdem eşq û gunehî pêkve dihêne hilawîstin
herdu dibine xiyanet
çinku ji devê şaîrî dihête bihîstin
peyv dihêne nivîsîn û dihêne gotin û di kufkan ra dihêne gazî kirin
Di ezel da divêt şaîr nehatibane xulq kirin
şaîr in, betaltirîn atafa li vî erdî hatîne dîtin
şaîr in, xewnan dibînin
di xewnan da azadiyê rwîs dihêlin çiblaq
şaîr in, di nav kelturê işqê da dimirin
dirizin û peyvên wan hefnukî dibin

-Peregraf-
Tu, dumahî peregafî
li ser textereşî dihête nivîsîn!

Hemî şumatiyên di mêşkê min da rabwîne semayê
dadirêjme ser berpera û
hêvênê şîirekê ye di serê min da
ya, di nav demarên leşê min da awazekê dijenît
Çend diçime ber xudîkê,
wênê min beruvajî dihête pêş çavên min!
Xu bo dideme niyasîn
carekê û du cara û
deh caran..
Xu bo cara êkê nîne
wênê min di xudîkan ra dihête beruvajî kirin!
Ez û şîir
ji paşmawê eşqeka nezuk în
ji paşmawê kelturê tirsê û
kelturekê nefretê ji bîr kirî, xu eger jê biveresiyên jî
belku bibîne ciwanî û êkemîn
peregrafê şîiriyê ji textereşî, nehête jibîr kirin!
Di gel berperên xwe bi tinê
heku tabut hemî tiştan biguman diêxît
şîir çend bi tabuteka daxistî ve diçin!
Belgên weryay yên payizeka jibîr kirî û peyvên
şaîrekê pence murkirî
peyv bersivek in ji rengê şerabê ve diçin û belg
di nav dukêla cigarekê da
semfuniya payizekê vedigêrin
Ne işqa ji nav dukêla cigarê
dumê dikêşît
ne hizra, ji pêkê şerabê derdikevît!
Jiyan sîdîyekê betal e û
şaîr semfuniya payizekê li ser tomar diken
êk peregraf, êk trak û êk pêkenîn


ليست هناك تعليقات: