2011/02/19

Nivîsîn bi qelemê hibrî -2-

Tirs

Hemiyan pê xweş e guh li stirana kuçk û dîwanan bigirin, heku Nadir Spîndarî Leilîxana Guveyî dibêje yan Lawikê Meidenî bi dengê Xelîl Bakûzî yan dema Hesen Elî Xencer “Ûsê zerî bi qesabê serê” dide niyasîn yan heku Şukrî Bêsevî tiblên xwe dike di guhên xwe re û pif dike Seydiko Seydevanan, bi rastî dengê wan û selîqa stirangotina wan, gelek li dilê me dihêt û em nahêlin kippên ji dengê biçûkekî bihêt. Te her divêt tawîka bideyê û guhê hemiyan jî di gel xweş dihêt.
Di salên ji nû televîzyon li ser çayxaneyan hatine belav kirin, her gava fîtî û destqutan bi ser gundî ve çûban, hemiyan dizanî Semîra Tewfîq hatiye ser şaşa televîzyonê û tiştê seyr jî jê, jinan jî hesîdî bi dîtina wê ve dibirin, belê ne ji ber dengê wê, belku ji ber ku ew jin şiya serinca zelam û lawên gundî bo xwe rabikêşe, tu bêjî ya bi çi bejn û bal e.

Çend xweş e heku ez van hizran dikim, herçende wêneyên min yên zarokîniyê jî bûn, belê hemiyan dizanî çawa derbirînê ji hastên xwe bikin. Te çi viyaba û te hez jê kiriba, ta te guhê xwe daba çi jî, kesê mayê xwe di te de nedikir. Ji ber ku ew hastên te bûn û bê ziyan bûn û ew bi ser tuxîbê kesî ve nediçûn. Tu di wan de azad bûyî. Bi rastî seyr e eva em nuke xwe tê de dixapînin. Em hemî hastên xwe veşêrin û me şiyanên derxistina wan nebin û em neşiyabin xweşiyê jê werbigirin. Di beramber de, hindekên dî, berîkên xwe li ser hisaba me tijî dikin.
Tirsa me ya yekê ji hezjêkirinê ye, ji ber hindê jî em zûka li xwe biguman dikevin. Her dîdara hunermendekê stiranbêj, dê bînî ji folklorî dest pê kir, bi behaneya saxkirina paşmaweyê babûbapîran. Bi rastî jî mafê wî ye, ji ber ku guhên xelkî jî li yek awaz û selîqe bi tinê xweş dihên û ditirse, ew pareyê li yekem kilîpa xwe dimezixîne, xwerciya xwe nezivirîne. Da ku ew xwe ji tirsa yekê jî derbas bikin jî, divêt ew ji (gundî û hevcarî û cihalî û bagurdanî û befrîkê) dest pê bikin ve. Kengî em şiyan xwe di gel rojan biguncînin, hîngê em dê biazadane wî navî bêjin, yên em hez jê dikin.

Ecayib

Tu çend dinyadîtî bî, xewnên te jî hindî wê dîtinê bi dinyayê de diçin. Hindek xewnan bi tirimbêlên gêçsifir ve dibînin. Her tirimbêla di ber çavên wan re dibore jî, ew çavên xwe di dûf re dixişînin; navê wê, modêla wê, bihayê wê, sîka wê! Ya giring ne ew e, ka wî çi cure tirimbêl divêt, yan kiriye dilê xwe û her gava ji destan hat, dê kîjan curî bikire. Ew xewnên wî ne û xewnên wî jî cîhana wî ya rojane ne. Hemî cur divên, çinku çavên wî diçinê. Bi rastî çavên mirovî diçine gelek tiştan û mirov xewnan bo dibîne û xweziyan bo radihêle. Min bo gelek tiştan digot can e! Muzîk û stiraneka xweş, piyaseyek di gel hevalekî, dîtina kesekê nêzîk, xwandina pirtûkekê, yan heku ez berev jiyana gundan ve diçûm û her tiştekê bi ber çavên min keftiba, bo min seyr û can bû. Hindek caran jî berêxwedana fîlmekî bo pitir ji seetekê xweşiyek li dev min peyda dikir.
Canî û kirêtî di jiyana her kesekî de hene. Dikandar bizavê dike refatkên dikana xwe bi tiştên ciwan bixemilîne, mêzên firotina bacansorkan ji ciwanî û maqûliya danana wan çavên mirovî disihirînin. Sorav û mikyac bihayê ciwaniyê bilind dikin, modêlên destikên mobîlan di gel werzên salê dihêne guhorîn, tirimbêl divêt kêçsifir be! Bi rastî li vî zemanî ciwanî bûye modêl û tiştê gelek caran min hêbetî dihêle û hemî fîtik û xweziyan bo radihêlin, dê bêjî hemî zegurd in û dê keniyan jê dizin, dê bêjî hemî li hîviyan pasê û bi çarçavkî xwe di cwaniyê werdikin, bi çarmêrkî lê siyar dibin! Dê bêjî mewlîd nebûye û hemiyan divêt kefçkê xwe tê bihelînin. Her gava bû demê xwandina dua û bilindkirina destan li esmanî, hemî pêk ve di dûf re dibêjin Amîn. Hemiyan hezên ciwaniyê hene û hemî devê xwe bo dihêline beş. Bi rastî seyr e û ya ji hemiyan jî seyrtir, xelkekê ta hefkê dilovanî û atifiyet li def, xelkekê hêj di ber zincîreyên dublajkirî û fîlmên hindî re rundikên wan diêne xwar. Her gava te ebayê ciwaniyê ji çavan dûrxist û serûçav bê mikyac nîşadan, lêv û lumturên xwe li te tirş kirin, dinya li pêş çavên wan hemiyan tarî û reş dibe.

Mixabin

Gotinek heye dibêje (Daska hedadî çi car seqakirî nîne) herçnede ev gotineka dûrî vî demê nuke ye jî, ku evro em bi xwe xudanên telstar û digîtal û înternetan dizanin. Belê ji ber ku me çi tişt nînin em gotinên nû jê çêbikin, em neçar in gotinên kevin dubare, bihayî bidinê.
Bi rastî em fêr in bihayî bidin hemî tiştê kevin, ji ber ku em neşiyane tiştê nû biafirînin yan bi milkê xwe bizanin. Ta aşiqên me jî, dema mesica bo yekûdu dihinêrin, peyvên hindekên dî bo xweştiviyên xwe dikine diyarî. Beriya çendekê bû, bi bihaneya ku peyvên min ciwan û lêkdayî ne, daxwaz ji min hate kirin ku ez çend gotinekên aşiqane bo kesekî binivîsim, da ew ji layê xwe ve, bo hevala xwe bi mesiceka hezjêkirinê virê bike. Li vêre ez ketime danûstandinê di gel naxê xwe, aya eger ew mesic çend ciwan û daxbar be jî, tu bêjî şiyanên gehandina du dilan hebin û du kesan bigehîne yek. Eger hat û ew gehandine yek jî, aya ev kesên he dê çend di jiyana xwe de serkeftî bin, eger wan senga yekûdu li dûv nazikî û rastgoyiya wan peyvan kêşa û zanî.
Mixabin, me çi caran bawerî bi hezjêkirina xwe nebûye û em herdem ji vî layenî ve hest bi buşahiyekê dikin, ji ber ku me serderiya hezjêkirinê nezaniye û em di derbirîna hestên xwe de serkeftî nebûne. Em hezjêkirina xwe û ayindeyê xwe û kesayetiya xwe û dîtina xwe bo tiştan, di cotê pêlavên xwe re dibînin. Em gelek bihayî didine (lemiandina) wê, bê em li cewherê tiştî bigerin, bê em li (fesl û esasa) bigerin. Ji ber hindê jî, gotinên me çawan dihên bi wî rengî berze dibin. Pîroziyên me li ser me ferizkirî ne, di gel kirîna her cotekê pêlaveka nû jî, xewnên me nû û dibin ve û ji me ve em dê pê berev hezjêkirineka dî ve biçin. Mixabin, em cotê kevin zû ji bîr dikin û careka dî em ji çinnehiyê dest pê dikin ve. Rehmetî Ebdilwahid Zaxoyî gelek gotiye: Mixabin. Bes bixabin em wê stiranê her vedigêrin, bê em bihayê wê mixabiniyê bizanin. Eger em bizanin jî, em ditirsin tiştekê nû biafirînin, hîngê (lemiandina) pêlavê têkelî binê wê yê diryayî dibe.

ليست هناك تعليقات: