بحث هذه المدونة الإلكترونية

pertook

pertook

2011/02/27

Bêdengbûn di eqliyeta daxistî de - Xeca Berlînî wek nimûne


Herdem axiftin li ser wê çendê dihête kirin, jiyan yan ku guhorîn û berdewamî. Bêyî van herdu çemkan jî, jiyan dê ya mend be, herdem dê arîşe û paşvemanî di berdewamiyê de bin. Dibe ramana ji hemiyan nêzîktir jî bo peyiva mendbûnê, ji mendbûna avê hatibe. Jiber ku li deverên me çi avên bi wî rengî nebûne, ji blî geravka û rûbar û cûkan. Ji ber hindê jî ramana ji hemiyan nêzîktir bo vê peyiva me merim pê, avên rawestayî dihêt.  Ew geravkên, çi avên bû nehêne ser û çi av ji ber jî neçin. Yan ku ev avên he nahêne guhorîn, ku aveka paqij bihête ser û jiyan di nav de berdewam be, ji blî peydabûna hêlîvankên nesaxiyan di nav de. Yan ku em civakek di nav xwe de têr in (eger ramana dirust ya peyiva erebî (eşbai eljatî) bihêt. Dema ev têrbûna he di naxê yan di derûnê her kesekî de hebe, ewî kesî çi pêdiviyatî bi çi şilqava nabin, ku livînek bi wê mendê bikeve.
Di nava kumelgehê me jî de, em neşiyayne xwe ji du tiştan derbaz bikin, ew jî hizirkirin bo xweguhorînê û xwe bêdengkirin di eqlekê daxistî de. Evan herdu çemkan jî gelek ji mêjuya kurdî dagîr kirîiye û ji ber zalbûna van herdu eqliyetên neguhor, nivîserên me yên edebî pitiriya dahênan û vekolînên xwe ji bo derbazbunê ji van herdu çemkan, terxan kirîne. Eve jî di ezmûna çîrokên Hesen Îbirahîmî de diyar e, bi taybet eger em romana wî ya vê dûmahiyê; Xeca Berlînî werbgirin, wek nimûne.
Roman ji zelamekî destpê dike, bi navê Şêroyî û dibêje:
“Heval dibêjine min şêr. Ji ber zîrekî û mêraniyên min!, li dûr xwe zivirî kes nedît bawer jê biket. Şerim kir, bibûre navê min yê rastî Reşû ye. Xelkî digotine min Reşku, dengê xwe nizim kir, Reşku yê Êtîm, Reşku yê Şivan.”

Qaremanekê ji kesayetiya xwe nerazî, her kesê li vê diyaloga êkane binêre, dê dudilî û bawerînebûnê tê de hembêz ke. Tu bêjî ji blî bêtaqetyê, em dê çend di gel xwandina romanê berdewam bin! Eger ji blî jiyana kesekê bawerî bi xwe ne, ku bi tinê bi xwandina wê romanê û eger ji kuştina demî derkeve, dê çendîn pirsên bê bersiv mîne di serê wî xwandevanî de, ewê xwe bi xwandina vê romanê ve diwestîne. Tu bêjî çîroka romanê, wek vegêrana çîrokeka filmekê hindî be û ji vê destpêkê ku bi tinê ji hindek bîrhatinên jiyara gundiyatiyê derbaz nebe!. Belê tiştê mirovî bi vê destpêkê ve girê dide û xwandevanî dike êxsîrê hêz û senga romanê hemiyê! Girêdana vê destpêkê ye di gel navê romanê. Ji ber hindê ev destpêke vê bîrukeyê hemiyê serêk û binêk dike. Her kesî divêt vê peywendiyê bizane ku di xwe bi xwe de destpêkirina arîşeyekê ye. Ji ber ku jî navê romanê û diyaloga destpêkê, bêhina kurdewarî jê difire û buyereke û sedehan kesan piştî serhildanê, jiyana deriveyî welatî û caddên Ewrupa xastiye. Hemiyan divêt rastiyekê ji wê jiyana berze bizanin û çawan ev kesên derbazî van welatan bûn, şiyayne xwe di gel wî keş û hewayî biguncînin. Ku ez li bawer im jî, her kesekî wêneyek li ser wê jiyarê, nuke di serî de heye yan bi xwe çêkiriye.
Xeca Berlînî
»Xeca Berlînî
Romannivîsî divêt bi destpêkekê me bikêşe di nava romana xwe de. Qaremanê romanê her weku ew bi xwe danê bi wê çendê dide ku xelik wî bi Reşoyî diniyasin. Belê niyasîna vî navî ji layê hevala û xelkî ve, ramana wê çendê nade ku ewî çi umêd nebin. Romannivîs bi şarezayane me dikêşe di bîrukeyekê de ku her êk ji me xudan hizirkirin û eqliyeta xwe ya taybet e. Hez dike cuda be, baştir be, zîrektir be û navek hebe. Roman û hêza senga romanê hemiyê li ser van herdu çemkên me li serî amaje dayinê diraweste. Aya Eeşu dê hewlde xwe wek Şêroyî û şêrekê mêrxas di nav hevalan de, bide niyasîn? Eger dûrrtir jî biçin, aya eger ew derfet bo Reşoyî peyda bû û kes wî bi Reşoyê Şivan û Reşoyê Êtîm neniyase, ew dê şêt xwe di bin barê şêrî ve helgire û kesayetiyeka dî bi xwe ava ke!
Pênevêt, romannivîsî viyaye, bi rêka gêrana çîroka (Reşoyî û Xecê) derfeteka nû bo her takekê kurd peyda ke. Viyaye di xwandina vê romanê de, eqliyeta xwandevanî bêxe di bin ezmûnekê de, merc nîne ku her kesekî çîrokeka bi vî rengî bo peyda bibe, ka dê şêt bi çi eqliyetê serederiyê di gel de ke. Belê merem pê ew e ka aya hizirên kumelgehî çend birînên xwe di paşmawê eqliyeta takê kurd de hêlayîne û çend şiyanên rizgarbûnê ji wê eqliyetê heye. Li vêre romannivîs du dorhêlên zindî dide me, êk ewa di nav hizirên Reşoyî de peyda buye. Li caddên Berlînê û ew rastiya ew bo diçe û layê rastiyê, di gel wî de ye. Beramber Xecê ku di hizira wî de guneـ hemî li pal wê ye, ku eve jî êk ji wan arîşa ne ku dibine berbest, em neşên eqliyeteka nû bi xwe li ser ava bikin. Ji ber ku em xwe bo hemî tiştekî didanin ku em dirust in, ji berku pêşwext me di hizira xwe de bendkê rastiyê helçnandiye. Ji layekê dî ve, dema romannivîs  zûmê dêxte ser Xecê û jiyana wê ji gundiyatiyê bo caddên Berlînê. Hevsengiya wê di gel eqliyeta Reşoyî, ku hemî tişt biçav û boçûnên gundiya dihatine seh kirin. Hîngê arîşe peyda bûn.
Belê ew arîşe ji curekê dî bûn evên em hîbûnê. Dibe hindek bi jiyana hizirkirina Reşoyî bi xwe ve girêdayî bin. Eger em li destpêka romanê bizivirine ve û dema Reşoyî viyayî xwe bi Şêroyî bide niyasîn, divêt heval zîrekî û mêranyên wî bibînin. Reşoyî şiyanên mêraynê li def hebûn, belê gelek derfet ji desta çûn, ku zû negehîte wê armanca di serê wî de. Her ji êtîmbûna wî, şivanetiya wî ku hemî rêgir bûn, eger da rast navê wî Şêro be û da hevalên wî û kiçkên gundê wî bi zîrek û mêrçakane nas kin! Evro di tinêyatiya xwe jî de kes lidora jî ne, ew curet nebe, bêje navê min Şêro ye.
Nuke yê li caddên Ewrupayê piyasan dike. Yê buye kesekê dî û di nav civakekî de, civakekê ku her kes bi xwe ve mijûl be û bo kesê arîşe nebe ka navê wî Reşo be yan Şêro. Hîngê jiyan bo zelamî gelek bizehmettir e dema tu hewl bidî tiştekê jê bistînî, derfetek bo peyda bibe û şêrîniya xwe diyar bike. Tu pwîte nediye wê xewna di gel wî de şwîn buyî û kes berhemê wê nebîne. Hevdijiya di derûnê Şêroyî de peyda buyî, ji layekî ve xewnên wî nehatine bicih û ji layekê dî ve ku êxsîrê paşmawekê hizirkirineka neguhur û eqliyeteka daxistî ye. Her ji rewşt û tîtalên civakî nîşa dayîn û li ser hîbuyê. Eve guneh e, eve xelet e, eve şerm e, eve ji ber cîrana, eve dê xelik behsa me ke û çavê gundiya li me ye! Bargiraniyek, hemî Ewrupa û bi hemî teknelojî û pêşkeftina xwe ve, neşiya Reşoyî bike Şêro û bitinê guneha Xecê ew buye, eger neşiya be xwe ji dorhêlê xwe derbaz ke jî. Belê nebuye rêgir ku zaroyên wê bihêne guhorîn û di jiyaneka nû de, bijîn.
Evên li xwarê hindek nimûne ne ji jiyana Reşoyî, ka li Ewrupa yê çawa buye.
“dilê wî naçite vî rengê avê. Her ava henefiya nav malê vedixwar. Xecê digotê her dê mînî Reşoyyê Şivan. Her dê di gel pezî û seyê xwe ava cuya vexuy…”

“Xecê spêdê diçû karî, gelek caran bişev jî nedihate mal. Dema min pisiyara karê wê dikir, yan ka li kîve bû?! Digot. Ew ne mafê te ye, tinê heke parên te neman. Hingê daxwaza hindek para bike û mayê xu di karên me da neke. Te zanî?”
“Gelek caran bêhina min teng dibû, min gazinde dikirin. Xecê bersîngê min digirt: ـ Bela xu ji biçwîkêt min veke. Bila bo xwe bijîn. Bila wek te nebine gulik “.
Jiyaneka nû bo eqliyeteka kevin gelek bizehmet e, eger ew eqliyet nehête guhorîn. Eve bîst sal bi ser serhildanê re borîn û hêşta em nizanin em berev kîve diçin û di çi astê hizirî de ne! Bi tinê eger ji avahiyên bilind û tirumbêl û teknelojiya (îstîrad) kirî, derkeve. Me neşiyaye di gel dorhêlê evro xwe biguncînin. Eger guhorîn me hebin jî me neêxistine biwarê piraktîzekirinê. Eger berî serhildanê azadiya me ya sinûrdrarkirî be û rijêmeka dîktatorî wek viyayî, nexşerêyek bo me dana be. Piştî serhildanê bû qonaxeka nû û destpêkeka nû. Belê me bi eqliyeteka kilasîk serederî di gel hemî tiştekî kir, zêdetir ji eqliyeta çiyayî. Me çi tiştê nû zêde nekir. Eger bizivirîne Şêroyî û caddên Ewrupayê, ka wî çi hizir dikir û ewê hizirê bi rêje li ser xelkê xwe bijale bikin. Dê encam çawa bin. Eve ew wêneyê Reşo neşiyayî xwe li ber bigire, ka çawan di deqê romanê de hatî.
“Navê wê bû Roza. Lê hindî kar kir, neşiya li ser pasport û nasnameyan vî navî dane. Xecê her ma li ser pasport û nasnameyên wê. Heval û niyasên me navê wê kirine Xeca Berlînî. Min gelek şerim ji xwe dikir, min çu tişt pê çê nedibûn. Xecê bû Roza, gundê birisî, bû Berlîn. Tiraş û gelî bûne avahiyên bilind. Pez û gov, bûne tirumbêl û metroyên binerdî. Fanus bû kehreb. Kuçik û tenûr bune kombiyuter û tebaxên kehrebê… Jiyana me serûbin bû, guhorîn ji şiyanên me zêdetir bûn.. Bar ji hêza me girantir bû. Her zû ez ketim bin piya. Min xwe liber negirt…”
Eve ew axiftin û wêne bûn ewên Reşoyî bi xwe kirîne behane, da xelik bizane Şêro ye û ne Reşo ye. Eger gundiya bi Reşoyê Êtîm nas kirbe û di demekî de xelkê çavê xwe jê wergêra be. Viyaye bi vê peyamê bo xelkê xwe bêje ku li caddên Ewrupayê şiya vê amancê bidest ve bîne û ne bitinê serê xwe û şerefa xwe biparêze, belku her weku wî hizir kirî, ew şiyaye mêrçakiya xwe bo xelkê welatê xwe hemiyê bizivirîne. Ya ji vê jî dwûrtir dema, efsera vekolînan pirs jê dikirin. Bi hemî mêraniya, diviya dorhêlî bo veguhêze, biha û qîmeta xwe di nav hevalan de bo vekolerê diyar dikir, ku hevalan navê wî kiribû Şêr. Diviya bi vê mêrçakiya di nav caddên Berlînê de kirî, di çavên vekolerê jî de bibe şêr. Ji ber hindê jî ew bawerî bi xwe nebû yan ew bawerî bo peyda nebibû ku xwe bi Şêro bide niyasîn yan bi Reşoyî û Reşoyê Êtîm.
“Min rolê xwe bi mêrane di nav hevalan da diyar kir. Ez bûme xuşmêrê şoreşê…. Ji ber zîrekî û mêranyên min. Hevala navê min kire şêr.,. … Berê xwe da xudana pirçê ka bawer jê kir yan ne..”

Mirovê rojhelatî bo hemî kar û kiryarên xwe egeran didane. Eve jî du tiştên jêk cuda ne, (ayîn û rewişt) têkelî êk bûn û di nav êk de heliyan. Dema em di nav aloziyekê de diborin, me rêkên xwe (qanîkirinê) hene. Em bo her tiştekî egerekî didanin û eve jî êk ji wan xalan e ku ev civake, jiyana xwe bibene ser û hest bi guneha derûnî neken. Reşoyî jî diviya bo vekolerê û bo wijdana xelkî hemiyê, dorhêlê civakê xwe vegêre û divêt bêje. Hûn şaş in û divêt hûn wek me bin, wek me hizir bikin û di jiyanê bigehin! Di ser wan çend salên wî li caddeyên Ewrupayê jî borandin, ne ew di wî civakî gehiştiye û neviyaye dest ji hizirkirin û rewiştên xwe jî berde. Her weku me babet bo dest nîşan kirî ku Reşoyî neviyaye bihête guhorîn û li ser eqliyeta xwe maye, dan bi wê eqliyeta neguhur jî kiriye.
“Ez dizanim hûn bi şaşî nabînin, dema kiçek bi dûv kurekî bikevit û leşê xwe bo bikete diyarî! Ez dizanim, hûn bi şaşî nabînin, demê jinek mêrê xwe dihêlit û roja dî mêrek dî li ber sîngê xu dinivînît?! Ez van tişta ji hewe dizanim, hûn dibêjin eve azadiya kesayetî ye. Ew kêşe û bînîna hewe ye. Wek serkirdekê siyasî biriyareka giring didet. Divêt hûn jî baş bizanin. Namûs li nik me piştî mirinê ye. Berî dînî ye. Berî welatî ye, berî her tiştekî ye! Hest kir, çend rojhelata navîn. Yê bo desta diqutin. ”
Ji blî ku hindek rewişt û tîtal, li def me bûne cihê pîroziyê û em neşiyayne xwe di ser re bihavêjin! Bes di naxê xwe jî de, wan pîroziyan em wek xwe dibînin, ne wek ayîn yan rewişt. Ew tiştê em bo xwe helal dikin, em bo yê beramber bi şaşî û guneh dizanin. Paqjkirina gunehê jî em sizaya kuştinê didanine ser. Xuzî çend vekolînên baş û têr û tesel, li dor wê tund ûtîjyê hatibane kirin, bitinê li dor wan haletan, ewên me jin pê siza dayîn, çi bi navê şerefê, çi bi navê namûsê û binemalê ban, da zanin em çend di nav eqliyeta xwe de dimend in. Me çend jin ji bêbextî û nezanîn û buhtan kuştine. Ji blî peydakirina hêlîvanka nexuşiyan, me çi di naxê xwe de hilnegirtiye û kengî em şiyane du tiştan danin ber sînga xwe. Hizirkirin û xweguhorîn ya dijî, rizgarbûn ji eqliyeta daxistî. Hîngê em dê berev jiyaneka paqij û medeniyane çin. Dê me ew berhevî hebe, em di êkûdu bigehin û wek hemî civakan, berev jiyaneka aram û tena biçin. Ku mafên her texekê diparastî bin û biriyar di destê civakî de nemîne, belku yasa serwer be.
Dumahiya vî babetî jî dê bi vê diyaloga di navibera Reşoyî û Xecê de, vê nivîsînê bi dûmahî înim. Ku xwandevan dema li vê romanê dizivire, wan hemî tiştan tê da bibîne, yên romannivîsî du cîhanên cuda tê da gehandine êk û xudîkek danaye li pêş çavên me, em tê da temaşayî herdu cîhana bikin, em ji nû bibine xudan biriyarên xwe yên dûmahiyê.
“- kes eger nîne ji te pêve. Te mala me wêran kir. Te em hemû berze kirin. Te neşiya xwe biguhirî. Tu her may Reşoyê Şivan. Tu nehatiye guhirîn, tu her ew mirovê dinya nedîtî. Te diviya gundî bi çiya ve û pez û kepenê xwe ve di gel xwe bîniye Berlînê. Te diviya me wek pezî bi gupalî xudan bikî.
………. Min gelek xwe bi te ve westand. Da te bikeme mirov. Te fêrî jiyana mirovan bikim.
- Erê… Te diviya ez bibime gewadê te. Te di kuşa êkî da bibînim, çavên xwe şur bikim.. ……………. Her roj di nav nivîna êkî da binivî…?!
- Ne min bikuje lê bêbextiyê li min neke. Min namûsa te ya paratsî. Heta te ez berdayîm. Paşî min ya şû kirî wek her jinekê. Yan te jin divên û min mêr nevên?
………..
……….
- Min yan te?! Ew kî bû nîvşev serxuş dihate mal? Ew kî bû pare ji cizdankên wan didizîn û dikirine di paxlên qehban da?!
Destê kêr tê da har bû. Neviya pitir nihênyên wî aşkira bibin. Jûrda weşande dilê wê…
- Dane. .. Lêbide… Min pirt pirt bike. Lê baş bizane min namûsa te nefirotiye. Min diviya xwe biparêzim. Min wek te nekiriye. Her roj di kuşa jinekê da. Heta qedera wî gehandiye nivîna kiça wî ya bê xudan.. Tiffif hey bênamûs…

Jêder:
Hesen Îbrahîm, Xeca Berlînê - roman, sala 2010ê.
Selame Musa, Dîrasat sîkolociye, lîlneşir we eltewzî.
Rîmon Karbantie, tercime: Nesîm Nesir, Mirfet Elxeyr.
Selame Musa, Eleqil elbatin ew mukewinat elnefis, Elhîlal bî Misir, sala 1982yê.



إرسال تعليق