2011/02/05

(Nivîsîn bi qelemê hibrî -1- (Elheq

Da ku bişên tiştekê ciwan û bimifa binvîsin, divêt ji xwe dest pê bikin! Nivîsîna ji nik xwe jî, yan dê me li ayindeyî rawestîne yan dê me milkeçî hizrûbîrên Kevin bike. Tiştê mirovî ji van herdu kêşeyan rizgar dike jî, divêt ayindeyî li paş xwe nehêlin û serborên xwe bêxine di xizmeta vî dorhêlî de, ewê heçku heyî, bê kêm û bê zêdehî. Ew tiştê tu dinivêsî jî û te bivêt armanca xwe bihingive, divêt hemî xelk têbigehin û ji (çîzîvîziya) ew dizanin, dernekeve. Ji ber hindê jî, me hewildaye bi qelemê hibrî, wan tiştên dikevne ser hizrên me, darêjin. Ji ber ku, ne em şiyane xwe ji wan tiştan rizgar bikin û ne em şiyane jî, xwe di gel keybordê kompiyuterî biguncînin.

Qonaxên jiyanê, em di nav gelek pirêzan re derbaz kirine. Bi mixabinî ve dibêjim, her pirêza em digehinê jî, ji dumahîk miluk e, bitinê em îşiyan jê vêk didin! Zikekî ditêr in û zikekî dibirsî û hindî li bîra min e, par ji ev sal xweştir e û duhî ji evro baştir e. Di ezel jî de, her husa bûye, hemî hez dikin di dûmahiya xwe de bijîn, yê şiyayî xwe ji vê çendê rizgar bike jî, qurîçka li binê zikê xwe dide, bo wî derfet ya ji desta çûyî û nezanî di nav tilên xwe de gemure bike.
(Elheq) bo her tiştî em şukurdar in, em xwe zû di ser tengavî û miqederan re derbaz dikin, bêhna me li giriftan firhe ye û em fêr in, li birsê, tirsê, hemî tişt bo me ne xem in, ya giring dilê me (safî û paqij e). Eger rojekê jî me dilê êk hêla be, em çûbîne berahiya êk û me êkûdu (pelqute) kiribe yan êkî jinek revandibe, me roj û derfet û şêwazên taybet bo pêkhatinê hene. Ji ber hindê jî di komelgehê me de, ne nujdarên me yên derûnî di vekirina klînîkên xwe de diserkevin û bipare dikevin û di esas jî de, em pêdivî polîsên nehêlana tund û tîjiyê nînin! Destê me yê bi serê me ve û roja kes behsa me neke, wê şevê hemiyê xewnên me li bax û çîmena digeriyên û pileyên germê bigehne çendê jî, bo me ne xem e, ji ber ku me kaniyên avê yên tezî û xumalî hene û em bi milkê xwe û bab û bapîrên xwe dizanin û elhemdulîlah.

ليست هناك تعليقات: