بحث هذه المدونة الإلكترونية

pertook

pertook

2013/02/26

Xandinek bo şîireka Şukrî Şehbazî


Ebdulrehman Bamern
 Xandinek bo şîira (Ew zelamê.. Berî du deqîqa li îşkê zivirî) ya hozanvan Şukrî Şehbazî
Xweniyasîn yan jî lêgeriyan li xwe. Gelek caran evî babetî serinca min rakêşaye, aya em wek heyî, bes e ku em xwe nas bikin yan jî divêt li xwe yê dirust bigerîn? Pênevêt bo bîrukeyeka bi vî rengî jî, divêt em di naxê kesên dî de şareza bin û her çine be me hevberkirinek hebe, dema em dihên û pênaseyekê dideyne xwe.


Tu heyî yan ku ew jî heye û li vê derê û da ku bişêyî di wî bigehî, divêt berî bizanî tu kî û te çi divêt û te divêt çi bêjî! Her çend e ev babete dê me berev hizireka felsefî ya dûr û dirêj ve be û çi girêdayî babetê me jî nabe, boye em bi tinê dê wî layenî binkêşik kin ku di şiyan de be bikine di xizmeta babetê xwe de, ku dê babetê me zêdetir xandinek şiluvekarî be, bo şîireka hozanvan Şukrî Şehbazî, ya bi navê (Ew zelamê.. Berî du deqîqa li îşkê zivirî), ku êk ji wan şîiran e, di dîwana wî ya bi navê (Kevalekê rwîs) de, di sala 2005ê de li çapxaneya Hawarê li dihokê hatiye belav kirin.

Her ji destpêka şîirê, hozanvanî wek pêşekiyek zum daye ser dîmenekî bi merema ku viyaye çîrokekê jê dirust bike, her weku dibêje: Wêskî û dwîkêla cigara û leşê rwîsê vê jinka he…

Jivî wêneyê şîirî yê destpêkê, hozanvan me dibe cihekî ku kesên rumansî û evên li dûv xweşiyan diçin û dîsan evên rêkixistina jiyana xwe ji dest dayî û zêdetir ew kesên li dûv lezzetên xwe yên taybet diçin. Wêskî bi ramana serxweşî û maneve ya di gel xwe û gelek caran jî bo revînê ji azarên leşî û ji kesên dewrûberan dihêt. Dûkêla cigareyan jî nîşanek e bo cihekê qerebalix û leşê rûs yê vê jinka henê jî, ku şairî gelek caran êxistiye ber çavkê kamîreya xwe, ku ev cihe wek melhayeka şevê ye û bi tinê dîmenê yek kiç înaye ber zuma vê şîirê, diyar dibe ku ew kiça henê bi suzaniyekê ve naçe ku amaje bi dûkêla cigareyan yan jî hebûna gelek zelaman û li vê derê ew jina henê, dibe semakerek be û bi rûsatiya leşê xwe, çavên hemiyan bo xwe kontrol bike. Eger li vî dîmenî jî vegerîn ji heman şîirê, dema hozanvan dibêje:

Ew zelamê hwîn dibînin bi rex min ve
Yê rwînştî
Runahî ji lêvên wî nagirît ji ber simbêla
Çavêt wî ewrê ji esmana dizî
Leşê jinkên rwîs di xudîka ra nabînît

Bo aşkirakirina tiştên nû û nîşandana ruyê xwe, ne wek ewê em di xudîkan ra dibînin, divêt me xandinên cudatir hebin, hizirên vekirîtir, paqjtir, ya giring, dema tu di nav xelkekê dî de bî, cudatir ji ewê tu di nav de mezin bûyî û di gel de rahatî, divêt te hizir û bîrkirinên nizîkî wane hebin, da te şiyanên xweguncandinê di gel de hebin. Bo vê pêngavê jî, divêt nîşana jêbirinê di ser hindek tiştan ra bînî û hindekan jî, çavê xwe lê biniqînî û hindekan jî bêxiye bin rexneya xwe ve û hindek jî lidef te pesend bin. Her çend e ev çend rêzek e, ew xandine dema mirov digehîte vî wêneyê şîirî, wek xandevan, ku hozanvanî viyayî me lê birawestîne û me bi kesatiyekê aşna dike! Lêgeriyan li wê kesatiyê jî, ne raman jê ew e, ew bêje me eve ez şiyam xwe aşkira bikim, çinku em li destpêka şîirê ne û diyar e tektîka şîirê li ser hatiye nivîsîn, heman tektîka filman e yan jî çîrokên di şevbêriyan de meguh lê bûn, ku li pêş wextî, derhêner yan çîrokbêj hindek kaxezan dike di destê me de, ku emên bîner yan guhdar, ne veqin û bibine êxsîrên hez û hizirkirinên xwe. Eger careka dî û wek xandevan li vî wêneyê me berçavirkî vegerîn, şairî divêt bi rêka wî pîremêrî, me ji hindek rewişt û tîtalên daxistî ji eqliyeteka daxistî derbaz bike, her weku ew hizir dike ew eqliyeta henê jî ya daxistî ye, hozanvan bo vê çendê jî, du dorhêlan berçav dike. Dema dibêje (ew zelamê hwîn dibînin bi rex min ve), yan ku hul yan ew bare ya tijî mirov e û diyar e bi merem hozanvanî divêt bo xandevanên şîira xwe, zumê bide ser wî zelamî, hozanvan dirêjyê bi vî wêneyî dide û bi înana vî wêneyî jî (runahî ji lêvên wî nagirît ji ber simbêla), piştî berêxwedaneka baş jî, şair li ser bê serûberî û bê desthelatiya wî zelamî diaxive û her weku dibêje me, ev zelame ne yê van cihan e! Yê kesatiya wî ret dike, bi nezan, kêmterxem, gemijeyî û û ûyê dihêt vî zelamî bo me pênase dike, ku di xwe bixwe de pênasekirina vî cure mirovî ji dorhêlê nuke em têde dijîn, ne dûr e û pêdivî nake bi tinê eger merema hozanvanî bi înana vî wêneyî ew nebe, ku hevberkirinekê bide di navbera du eqliyetan de.

Eger wênê simbêlên wî zelamî bo pênasekirina eqliyetekê bin, lê dema hozanvan dibêjît (çavêt wî ewrê ji esmana dizî…. Leşê jinkên rwîs di xudîkara nabînît). Hozanvan me li beramber kesatiyekê dirawestînît ku ew bi xwe pê razî nîne û hez dike, hindek ji bîrbawerên xwe li pişt xwe bihêle û beşdarî eqliyeteka dî bibe, ev wêneye bîra min li pirtûka (Elî Lwerdî) diîne (Mehzlet alaqil albşirî), dema behsê gundiyekî dike, ku (helawe) li def wî û ew gundê têde dijît, ji her tiştên xweş bûye bo xarinê û dema dihête bajêrî, li beramber dikaneka biçûk diraweste û dibîne ku dikandarekî sêniyeka tijî helawe û teraziyek bo firotina wê liber sîngî ye û bo mawekê dirêj berê xwe dide vî dîmenî û xudanê dikanê, ev dikandare xwe kefçkekê vê helawê jî nahavête devê xwe, heman ev vegêra henê jî li dîmenê vî zelamî xweya dibe, ew jî (jinkên rwîs), li vê derê jî hindek ji wê kesatiya hozanvanî viyayî diyar bike, ku di komelgehê ew têde mezin bûyî, jinkên rûs bi tinê di xewnan de dihêne dîtin û divêt ew xewne bo avê bihêne gotin ta ew jinka rûs helala mirovî jî be! Di komelgê hozanvanî de, diviyabaya, hemî ronahî bihêne vemirandin û rûsatî êk ji tiştên qedexe ye û gunehـ didûf re ye, lê dema jinkên rûs ji ber simbêla û çavên ewrkî nehêne dîtin, hozanvan dibêje, ev eqliyete ne ya van dîmenan e û eve ne ew kesatî ye ya em li ser rahatîn û divêt em xwe biguhorin yan ku hozanvan bi rêka şîira xwe me beriv cihekî ve dibe ku bi hizira wî, azadî li wêrê berqerartir e, lê di heman demî de, van herdu dorhêlan, van herdu eqliyetan hevber dike ku azadyê jî merc û yasa û rêsayên xwe hene.

Eger xandineka destpêkî bideyne vê şîirê û ji ber ku zêdetir bi rengê vegêranê hatiye nivîsîn, dê vegêrana wê jî wek çîrokekê bi sanahîtir be û her dîsan di xandina vê şîirê de û eger mirov li mêjûya nivîsîna şîirê jî nezivire, mirov dê zane di çi demî de hatiye nivîsîn, her çend e hozanvanî hewldaye bi înana hindek hêmayan ku bergekê nûyatiyê bide vê şîirê, lê belê ji berku dinya dîtina hozanvanî di sinorên bajêrê wî de bûne û bi tinê ew tiştên kêm bûne yên wî di xeyala xwe de dirust kirîn, wênên wî jî ji wî çarçuveyî, dernakevin.

Ev wênê li serî wek nimûne ji destpêka şîirê me xandin dayê, dibe ji cara yekê xandevan hizir bike dê temaşayî filmekî ke û ew filmê henê jî dibe zêdetir bo kesên genc û sinêle hatibe derhênan û dîsan eger em temaşayî şîirê hemiyê bikin û ew hemî wêneyên têde hatine tewzîf kirin, hemî di çarçuvekî de ne û dibe her kes û bê mandîbûn di çîroka şîirê bigehe û hozanvanî xwe bi hindek dîmenan ve girêdaye û zêdetir, ew dîmenên henê neliv in. Dîmenên neliv jî xuşiya temaşekirinê didene wî kesê dixwîne, eger wek vê şîirê hatibe nivîsîn, lê tirsa hozanvanî û dîtina hozanvanî bo wan hemî tiştên li rex û dorên wî û ew tiştên dikevne ber çavên wî, amajek in ku hozanvan ji eqliyeta gundê xwe derbazbûye jiyaneka cudatir ji ya wê ya ew têde mezin bûye û înana pasporta qaçax jî, amaje ye ku ew yê du dil e, eger bihête girtin û bi taybet hozanvan du tiştan û du waqian pêk ve girêdide (kiçên rwîs, meyvexarin, ew kiçka li kujî runştî û daxaza seksî ji wî diket), di beramber de (mirina zelamekî, pasporteka sexte, polîsên vî bajêrî, kirîna valiuma û edrîsê min), ku hebûna van hemî dîmenên hevdij, nearamiyekê li dev xandevanî peyda dike û ez bawer im eger eve çîrokek jî nebe! Lê şairî diyarkiriye ku eve tablûyek e, kernevalek e. Dibe gelek ji van cure tablûyan li dor van kesên derbazî sinoran dibin ku dîmenên cuda û adetên cuda dibînin! Lê aya hemî serketî bûne û aya evên henê çi çîrokên xwe hene? Hozavanî hewldaye, wek tablûyekî mamelê di gel vê şîirê de bike û komeka wêneyên pêkve girêday têde bêxe ber çavkê kamîra xwe.

Hozanvanî zêdetir seng daye ser hindek dîmenan, hunerê şairiyeta xwe û sinetkariya xwe hemî ji bo terxankiriye, ku bi rengekê ciwan û layiqî xwandevanê xwe berçav bike. Ez bawer dikim hemî ew wêneyên şîirî yên di vê şîirê de hatine tewzî firkin, bi sinetkarî hatine kêşan û hozanvanî hewldaye giyanî pê bibexşe.

Mirin di vê şîirê de
Çi ji agehî yan bê agehî, hozanvanî di gelek wêneyên vê şîirê dae, pena biriye ber mirinê û mirin jî bi ramana mirina bilez û mirina hêdî, eger her ji taytlê şîirê dest pêbikin, hozanvan zumê dêxe ser tiştekê nediyar û neniyas, neniyasî jî li vê derê bi ramana hebûn û nebûna wan hemî tiştan yek be, dema dibêje (ew zelamê.. Berî du deqîqa li îşkê zivirî), hozanvan wek rakêşana xwandevanê xwe, çendîn tiştên hilawîstî dihêle bi rê ve û nîşana pirsê û sersurmanê li cih dihêle, her weku di komelgehên rojhelatî jî de, em li ser rahatine ku mirin û hebûn û nebûn, pîrozî ne û em bitirs sehdikinê, li vî wêney jî her ji taytilî mirov dişêt berdewamiyê bide xwandina vê şîirê û dîsan mirov dişêt guhdariya wê jî bike, lê şarezayiya hozanvanî bo wî bazneyê ew di nav de dijît, dizivire ser wê, ku ew dizane xelkî bi vî rengî pêxuştir e û pêşwext dizane, bazarê taytilên bi vî rengî xurt e li def xandevanî.

Eger li çemkê mirinê di vê şîirê de vegerîn, divêt li berahiyê bizanîn mirin çi ye, çend curên mirinê hene û hozanvanî bo xizmetkirina şîira xwe û lêgeriyan li kesatiyeka nû û hevberkirina du eqliyetan pena bo tiştekî biriye ku hemî kes jê bitirse û hozanvanî viyaye di rêka înana çend wêneyan de, perdê li ser tiştekî rake, ku bêhîvîbûn, xwe neguhorîn, nearamî û eqliyeta kevin ku rojane me guh lêdibe, çend kes xuziyên mirinê radigehînin! Xuzî ez miribame, ev xuziya henê jî bo hezkirinê û dîsan bo bê umêdbûnê û negehiştinê û bêzariyê û gelek gelek tiştên dî dihêt, ku xelik hizir dike, gehiştin bi wan tiştan bi zehmet e yan jî riya gehiştinê di destên wan de nîne. Mirin bixwe, hêlana hemî tiştekî ye yên mirov di gel de dijiya, hêlana xêzanê ye û hêlana hevalî û xuştivî û turimbêlê û dewamê û caddê û bazarî û her tiştê mirov dizanît beşek in ji jiyana mirov têda dijît, eve eger mirin be, lê mirinê bixwe jî çendîn destpêkên dî hene, mirov hez dike mirina gelek tiştan, diyardeyan, eqliyetan, rewşt û adetan li pêş mirina xwe bibîne, da asudeyiya xwe bo jiyanê rabigehîne, bi mirina van tiştan jî yan ew tiştên em di hizirên xwe de bê qîmetê yan mirinê pê dibexşin, me asude dike ku ew ne em in evên dimirin, her çend e mirov gelek behsê mirinê dike, lê aya mirov zû bawer jî pê dike, bi ramaneka dî xwegirtina bi jiyanê ve, mirinê ji bîra mirovî dibet? Eger li wêneyekê vê şîirê vegerîn, dema hozanvan dibêje:

Ew zelamê hwîn dibînin bi rex min ve
Yê runştî
Runahî ji lêvêt wî nagirît ji ber simbêla
Çavêt wî ewrê ji esmana dizî
Leşê jinkêt rwîs di xudîka ra nabînît

Eve jî êk ji wan curên mirinê ye, evên me babetê xwe li ser nivîsî, ji ber ku bi hizira hozanvanî, eger wî zelamê henê şiyanên berêxudana jinkên rûs nema be, hîngê hebûn û nebûna wî çi bihayê xwe heye, eve jî bi hizira wî curekê mirinê ye, belê di heman demî de ewî zelamê henê şiyanên jiyanê jî hene, belê ew xaneyên hêza dîtina jinkên rûs dideyê, ew xane mirine yan ku hindek ji wî wek ceste mirî ye. Husa di wêneyekê dî de hozanvan dibêje:

Pîremêrê heyê biryêt wî sîberê
Li mijwîlanka diken
Bi çava daxivît
Pêna li sîtafka xwe didet
Heku leşê xwe yê bêzar dibînît

(sîbera biriya), nîşana pîremêriyê û navsalveçûnê ye, dema ev pîremêre leşê xwe yê heriftî dibîne ku hindek xanên wî yên ew zelamîniya xwe têde dibîne, yê berev nemanê ve diçin, ew ji jiyana xwe hemiyê bêzar dibe û mirina xwe radigehîne, her çend e eger daxaz jê bihête kirin aya te bivêt nuke jiyana te bistînîn yan ne, dê bersiva wî nexêr be, lê ew wê çendê ranagehîne ku yê sax e, eve ye jî ew tiştê hozanvanî divêt bîne ziman, ku ne her tiştê sax yê sax e û yê saxlem e, husa eqliyetê jî hevber dike, ne aramyê, bêzaryê û berawurdirkirina jiyana û xerîbiyê. Di wêneyekê dî de, hozanvan dibêje: (ez ne yê tena me li vî kernevalî), ev nearambûn yan netenabûn jî heman curekê mirinê ye, her çawan ku me li pêşiyê jî gotî, rojane xelik dibêjin ez mirim, ku eve jî curekê mirinê ye ku bi hez be yan ne, ev daxaziya henê hindek ji jiyana wî perkêş dike.

Ew zelamê berî du deqîqa
Ji dermanxanê valium kirîn
Di nav kabîna telefonê da nivstî û
Berî du deqîqa li îşkê zivirî
Li kulana beramberî dêrê hatiye nivstin
Edrêsê min yê di berîkê da

Her çend e di vî wêneyî de hozanvan mirina kesekê dî radigehîne, lê tirs ji aşkerabûna wî ku edrêsê wî di berîka wî kesî de ye, curekê mirinê û nearamiyê dide wî. Her çend e gelek wênên dî yên mirinê û rengên dî yên bêhîvîbûnê û nearamiyê di vê şîirê de dihêne dîtin, ku hemî jî bêzariyê û nearamiyê bi xwandevanî dipexşin, wek vî wêneyî (cigare li dwîv cigarê li hindav serê min helametên dukêlê ne). Bi hizira hozanvanî jî, ev curê vegêranê, ew nihênî ye ya xandevan di gel xandina vê şîirê berdewamiyê pê dide û ji layek dî ve, hozanvan van hemî wêneyan dike di xizmeta şîira xwe de, ku wî bi merem divêt bi riya vê vegêranê tiştekê nû bi şîira xwe bibexşe û di heman demî de, peyama şîira xwe jî bi dirustî, bigehîne.

Vegêran di vê şîirê de
Vegêran li dûv pênasa ensiklopedya cîhanî (wîkîpediya), hatiye (vegêran hunerê çîrokdirustkirinê ye). Ji vî riwangeyî jî em dişên bi riya vegêranê wêneyan bo her tiştekê me mijûl dike dirust bikin, em dişên wêneyan bo rûdanan, bo xuşiyan, bo nexuşiyan, bo guhorînê û her tiştekî dirust bikin û her ev vegêran in jî ku berdewamiyê didin jiyanê û ta nuke mirov li ser erdî jiyanê dibine serî. Eger li hindek wêneyan vegerîn ji vê şîirê, ku ji bilî ciwankirina rûyê şîirê, dibe bi rakirina wan wêneyan jî, şîir hêza xwe ji dest nede, wek:

Ew biçwîkê henê berî du deqîqa li vêrê
Yarî bi sîtafka xwe dikir
Cigara kit kite difiruşît û
Bo zanîna hewe
Rojê du pakîta dikêşît

Ji blî vî wêneyî gelek wêneyên dî jî yên serbixu hene, eger ji şîirê bihêne rakirin ya ne, şîir dê her peyama xwe gehîne, lê şair bi riya van hemî vegêranan, me li pêş kernevalekî dirawestîne û ev dubarekirine hemî deynane ber çavên xandevanê şîira xwe, ku hemî li cihekî digehine yek û peyama şîirê pê dirust dibe, ji ber ku hozanvanî hewldaye her wêneyekî cudatir ji yê dî, wêne bixu baxive û her kesê li ber raweste, hest bi zîndîbûnekê bike ku wêne vegêranekê bo wî digehîne.

Hişyarîbûn di şîirê de:
Hişyarî di şîirê de, bi ramana hişyarîbûna hozanvanî ka ta çi radde şiyaye naveroka babetê şîirê helbjêre, dê çawan hozanvan şêt ji rûdanekê yan dirustkirina wêneyekî yan babetekî rûdaneka çarenivîssaz aşkira bike û ji nav tiştên berzebûyî de derêxe, dê çawan şair tiştî ji nediyar bîne berçavan. Pênevêt jî hemî ev tiştên li ser erdî heyîn, bi curekî û duwa peywendî bi reftarên mirovan ve heye, êk ji van reftaran û peywendiyan jî, peywendiya di navbera mirovî û cihî de ye, eve jî peywendiyeka gelek xurt e û her ev peywendî ye ye jî ku gelek caran ev cihê henê bo mirovî dibe egerê nîgeraniyê û xemokiyê û bêzariyê. Cih û azadî gelek giring in ku mirov jiyana xwe di nav de bibe serî, eger her yek ji van herduyan jî berhev nebe, eve dê lengiyê êxe di navbera vê peywendiyê de.

Ev şîira li ber destê me jî geştek e bo lêgeriyana li vê azadiyê, ew azadî dê li kû ve hebe û ew çi asteng in di riya her azadiyekê de, ev geşte ye ku her xandevanek dişêt bi xandina vê şîirê li ser hindek girêkên wê raweste û wan hemî tiştan bibîne ku hozanvanî divêt peyamekê pê bigehîne me. Ji encamê xandina me jî bo vî deqê şîirî, şîir bixwe peywendiyeka danebirî ye di navbera hozanvanî û xwandevanî de, belê piştî ev deqê he dikeve ber çavên xandevanî, hîngê giraniya vî barî ji ser milên hozanvanî radibe û bo xandevanî dimîne.

Jêder:
ـ Şukrî Şehbaz ـ Kevalekê rwîs, sala 2005, çapxana Hawar li Dihokê. (Ew zelamê.. Berî du deqîqa li îşkê zivirî).
ـ Ebdulxaliq Yeiqubî, Dengî bilurînî deq
ـ huşyariy le şêwazî şîirî da, Azad Ahmed Mehmud, kovara Aydinde, jimare 53, sal 2004, Silêmanî
ـ Ebdulqadir Heme Emîn, kovara Aynde, jimare 34, Tîorî hilweşandinewe
ـ Emîr Hisên Rehîm, Felsefey siyasî erîstutêlîs, Silêmanî, 2011.
ـ Tiwana Emîn, Menfa û xwêndinewe, ji belavkiriyên pişkwî rexneyî Çawdêr, 2008, Silêmanî.
ـ Ebdulmutelîb Ebdulla, Xeyalî ziman, dezgay çap û pexşî Serdem, 2004.
ـ Dr. ELî Alwerdî, Mehzlet aleqil albeşerî, la. 22.
ـ Bilind Bacellan, Hizirandinî şîir û be akarîkirdinî riste ew meirîfey wişe. Malperê Dengekan.
إرسال تعليق