2011/01/02

Bêdengiya te bi şîireka min ve diçît






Berî belg biweryên



jiyan semaya dûmahiyê bi min diket,


şevên dirêj min di gel avabûna xwe diben û


pîrtir lê diken!

Şîirên min di gel te semayê diken û

digel çûna te dê seferê ken..
Di cadeyên êksaydiyên bajêrê min da
nihêniyên maçên te
kolanên berteng yên nixaftî
yên tijî kirîn
Payîz werzê jiyanê di gel xwe radimalît û
werzê eşqê diwerînît,
şeveka aşiqane li bin piya diket û
bêdengiya te
komepisyarên bêbersiv in
ji bêdengiya nivîsîna şîireka min ve diçin..
Bi sedan deq min nivîsîn
hemiyan jî maçên te lê deqdayî ne
Tu bêjî piştî nivîsîna van rêzan
jiyan li def min bi çi rengî bît
Hêj cadde hesûdiyan bi me diben
hebûna xwe digel şîirên min têkel diken
Di gel tarîşevan
di nav birîsqe stêran da
risteya maçan hêj bi stowê te ve şor e û..
herro li kulanekê
xewnên maçeka te lê dibînim!
Eve tu yî li bilindahiya esmanan
stêran di gel min,
dihelçinî
Di xudîkê ra temaşeyî xo bike û
eşqa me beheşt e, beheşt!
Herdem teqwayê bo dikeyn
Şîir ayetên aşiqan e û
defterên eşqê bi dehmenên te ve dixişyên
Tu ya di bêdengiyê da û di şevên dirêj da
di xeyalê da, deh caran min dikeye
êxsîrê şeve piyaseyên xo ûûû
Ji nuke wê ve
ez şîiran ji te pê ve bo kê binivîsim
Hêj xewnên min yên di gel beraeta te
ez û tu di êk defter da dnivîn, dijîn, xewnên xwe
dikeyne deqekê nû yê şîirî û
navê caddeyekê lê dadinîn
Spêdehiyan jî
te ji ser çavên xo radikem
kî dê hêt vê şîirê ji min wergirît û
dirînît
Min pêdivî bi nivîsîna şîiran nema
herro ez û tu li ser mêzekê ne, bi tinê û
pêkên xwe lêk dideyn… 

ليست هناك تعليقات: